Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna kereba û av, hevwelatiyên bajarê Sine tûşî arîşe û pirsgirikan kiriye

15:51 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Heyamê sê heftiyan e ku av û kereba çendîn taxên bajarê Sine bi awayekî dom kirî li qutbûn de ye û divê pêwendiyê de hemwelatî tûşî pirsgirkan bûne.
Nûçegehaniyana “Hirana” bilav kir, serbarî werza germê, av û berqa taxên Wîla şar, Şehreka Zagros, Şehreka Peyam, Şehreka Abîder, taxa Nayîser û gundê Hesenava a bajarê Sine bi berdewamî qut dibin.
Beşek din ji taxên bajarê Sine li gel ew astengiyane berbirûn û hevdem ew kêşeye girtiyên bajarê Sine jî girtiye.
Hevwelatiyên bajarê Sine bi berdewamî îtiraza xwe bo vê pirsê derbirîne lê nawendên pêwendîdar ên rejîma Îslamiya Îranê tu bersivek bi wan nedane.
Her divê pêwendiyê de girtîgeha nawenda bajarê Sine jî li gel nebûna av û kerebê berbirû ne.