Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna rûn di bajarên Kurdistan û Îranê de pirsgirêk bo ser jiyana xelkê afirandiye

11:40 - 5 Adar 2021

Nebû û desneketina rûn di bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de çendîn meh in ku berdewam e û xelk berdewam bûna dabînkirina rûnê xwarinê di dorên kirîna rûn de disekinin.

Pêka vîdiyoyekê ku di nav torên civakî de belav bûye, tê zanîn ku xelkê bajarê Urmiyê bûna kirîna rûnê xwarinê di doran de sekinîne, lê ew dor ne wekî carên dinê ye, belkî xelk bo bidestxistina rûn digel hev rastî pevçûnê hatine.

Eva di halekê de ye ku karbidestên rejîmê nebûn û kêmbûna rûn di bazarên Îranê de red dikin û dibêjin ku rûnê hewc di bazar de heye û ti pirsgirêka rûnê xwarinê me nîne.

Herwisa pirsgirêka nirxa mirîşkan jî hêj çareser nebûye û nirxek taybet bo nehatiye diyarî kirin, delalên bazar û firoşer bi xwe nirxa wan bi dilê xwe bilind dikin û rejîma Îranê jî ti kontrolek li ser wan nirxane nake.