Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna saziya Mîratên Çandî li Selmasê bûye gef li ser nasnaneya Kurdî a wî bajarî

18:33 - 27 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Nebûna saziya Mîratên Çandî li bajarê Selmasê û hewlên jinavbirina dîroka wî bajarî beşek ji siyasetên rejîma Îranê ji bo jinavbirina nasname û dîroka Kurdan e.

Bajarê Selmasê yê parêzgeha Ormiyê, 63 şûnwarên dîrokî û torîstî lixwe digire û yek ji bajarên dîrokî û xwedî kangehên vê parêzgehê ye.

Hin ji şûnwarên dîrokî yên vê navçeyê ev in: Hemama Şêx, Sûlava Xurxure, Sûlava Temir, Klîsaya Heftwanê, Klîsaya Xusroava, Talava (Qopî) Çîçek û Kevirê Xantextî.

Tevî ku gelek derfetên li wir hene, lê piştî derbasbûna 40 salan ji temenê rejîma Îslamî heya niha jî saziya Mîratên Çandî li wê navçeyê tine ye. Herwisa ew şûnwar têne talankirin û kesek tine ye lêpirsînê bike.

Li gor rîzbendiya saziya Mîratên Çandî yên Îranê, pleya her bajarekî bigihêje 90’î, wê li wir ew sazî bê danîn. Lê tevî ku pleya Selmasê bi alîkariya xelkê gîştiye 83’an, dîsa jî ew sazî li wir tine ye.

Lêkolînên dîrokê nîşan didin ku dîroka vê navçeyê vedigere ser 7 hesar salan berî niha ku ya serdema Someriyan û Mezopotamyayê ye û Kurdistana niha lixwe digire.

Karnasên dîrokê dibêjin heya niha ti gavek ji bo parastina van şûnwarên dîrokî nehatiye avêtin û rejîm bixwe jî sedema wêranbûna beşek ji wan şûnwaran e.

Siyaseta piştguhxistina şûnwarên dîrokî ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve bûne sedem ku ew şûnwar zûtir ber bi jinavçûnê ve biçin.