Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Nêçîrvan Barzanî” spasiya Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

13:44 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Serokê herêma Kurdistanê di nameyekî de, spas û pêzanînên xwe arasteyê Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ kir.

Name wiha ye:

Birêz “Mistefa Hicrî”

Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demoktrat a Kurdistana Îran

Silav û rêz

Bi kêfxwaşiye ve peyama pîrozbahiya ve bi boneya hilbijartina min bo serokê herêma Kurdistanê gihîşte me.

Gelek spasê ji ve dikim, hêvîdarim hemû aliyek bikarin bo aramî û berfirehkirina têgihîştin, aştî, bihev re jiyan û pêkve sazîn, di pêxema pêşarojeke baştir de Kar bikin.

Hêviya tendirûstî û bextewerî jibo ve dixwazim.

Her serkevtî bin.

Nêçîrvan Barzanî