Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‎Ned Price‎: "Armanca me qedexkirina hertimî ya despêragihiştina Îran bi çeka navkî ye"

17:43 - 27 Nîsan 2021

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê,“Ned Price”, ragihand: “Armanca me gihîştin bi lihevhatinekê ye ku, destpêregihîştina Îranê bi çeka navikî, bi hertîmî bê qedexe kirin.”

Şeva Duşemî, 26ê Nîsanê, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê “Ned Price” li civîneke rojnamevaniyê de got: “Destpêragihştina Îranê bi çeka navkî bi qazanca Amerîkayê nîne û herwisa bi qazanca kompaniyên  Ewropayî û Çînî û Rûsî jî nabe”.

Amerîka li wê dawiyê de, ragihandibû ku dixwaze Îran li derheq rakirina dûrpêçan de, dibe pêbendê sozên xwe be û meyandina %20 ya Uraniyumê ragire lê karbidestên Rejîma Îranê berawajiyê rêkevtinan nûçeya meyandina Uraniyum a %60an ragihandin ku ev, bûye sedema aloz bûna danûsandinên Îran û Amerîkayê.

Herwisa navbirî ragihand ku nûnerê taybet yê Amerîkayê li karûbarên Îranê “Robert Malley” dê beşdarê danûstandin a li roja Sêşemî li bajarê Viyenê bibe”.

Rejîma Îranê dixwaze ku Amerîka bona zindîkirina “Bercam”ê dorpêçên li ser zêdetir ji hezar û 500 kes ji berpirsên Îranê hilbigire” lê Amerîkayê ragihandiye ku rejîma Îranê dibe hemû sozên xwe yên li Bercamê bi cih bîne, piştre Amerîka bi awayê pêngaw bi pêngaw dê wan dorpêçan hilgire.

Rejîma Îranê heta niha hilgirtina pêngaw bi pêngaw a Amerêkayê bi tewawî red kiriye.