Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ned Price: Em piştevaniyê ji mafê xelkê nerazî û xwenîşanderên Îranê dikin

12:32 - 16 Gulan 2022

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê “Ned Price” li ser rûpela twittera xwe wiha nivîsiye: Em piştevaniyê ji mafê xelkê nerazî û bivêr yên Îranê bona lidarxistina civînên gotina ramanê û xwenîşandanan dikin.

Roja Yekşemî 15`ê Gulanê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê “Ned Price” bi belavkirina twittekê piştevanîkirina Amerîakyê ji xelkê Îranê re ragihand û wiha nivîsiye: “Em ji mafê wan yên lidarxistina kombûnên aştiyane û mafê azadiya gotinê li ser torên civakî û derve, bê tiris û tundûtîjî û reftarên tolhildanê piştevanî dikin.”

Eva yekemîn berteka fermî ya hikûmeta “Joe Biden” serkomarê Amerîkayê li derheq xwenîşandanên wan rojan yên xelkê Îranê bûye û herwisa nûnerê taybet yê Amerîkayê bo kar û barên Îranê “ Robert Molly” jî her ew twittera “Ned Price” belav kiriye.

Ji aliyek din ve jî, Wezîrê berê yê Wezareta Amerîkayê tevî belavkirina twittera “Ned Price” gotiye: “Tev xelkê Amerîkayî  ên xwedî vîjdan, bona bidest xistina azadiya xelkê Îranê  dê li kêlega wan rawestin.

Ev çendîn rojin ku bi sedema nebaş bûna rewşa jiyanê û bilindbûna nirxan, bêkarî, dizî û gendeliya berpirsên rejîmê, xelkê Îranê rijiyane li ser şeqaman û li çendîn bajaran,  xwenîşandanên berfireh lidarxistine.

Wekî her car rejîma Îranê û hêzên tepeserker yên wê rejîmê bi gulle, girtin, azar û îşkencekirinê bersiv dane xelkê û heta niha navê 5 hevwelatiyan hatiye rangihandin ku di wan xwenîşandanan de hatine kuştin û bi sedan welatî û hevwelatî jî bi kom hatine girtin.