
Kompaniya Kopler, di amarên xwe yên wê dawiye de belav kiriye ku, nefta Îranê a enbarkirî di hişkatiyê de heya dawiya meha Kanûna Paşîn, bi qasê 61.6 milyon bermîlan e, û a enbarkirî li enbarên gemiyên nefthilgir di kendavê de gihaye 38 milyon bermîlan.
Hinardekirina nefta Îranê, piştî dorpêçên aborî yên Amerîkayê li dijî wî welatî bi awayekî lezgîn kêm kiriye. rejîma Îranê bi tekezî li ser hinardekirina nefê bi awayê dorlêdana dorpêçên aborî li ser hinardekirina neftê, bû sedema vê yekê ku paşketa nefta zêde ya Îranê li demsala Payîza par ji 47 milyon bermîlan bigihe nêzî 104 milyon bermîlan di payîza îsal de.
Pêka Amarên OPEC (Opêk)ê, rejîma Îranê berhemanîna xwe a neftê heya 2.1 milyon bermîlan kêm kiriye ku, bi berçavgirtina rojane a bikaranîna neftê ya li hundirê Îranê, ku bi qasî 1.8 milyon bermîlan e, û hinardekirina nêzî 300 hezar bermîlan, êdî nefta zêde jî nayê berhemanîn û nefta enbarkirî jî, herwisa bê xwaziyarê kirinê di enbaran de maye.