Di piraniya bajar û parêzgehên Îranê de qatên cuda yên civatgehê li hember rewşa xirab a aboriya xwe berdewam li halê mangirtin û nerizayetiyê de ne.
Roşa Şemiyê 6ê Adarê, sedan kes xelkê bajarê Çiwar ê ser bi Îlamê û ji wan ku piranî karker bûn, bi nîşana nerizayetî li hember derêxistin û bêkarkirina karkerên petrokîmiya Îlamê, dest avêtin bi nerizayetî û xwenîşandanê.
Petrokîmiya Îlamê di çend rojên derbasbûyî de dehan kedkaran ku bi salan li wir kar dikirin, li ser kar derxistin û ew karkerane rastî bê karî û bê dahatiyê hatine.
Di dirêjiya nerizayetiyên li Rojhilatê Kurdistanê, roja Şemiyê sedan ajotvanên maşînên barhilgir û tankêrên veguhastina şewatê, li ber deriyê fermandariya bajarê Pîranşehrê dest avêtin bi nerizayetiyê û daxwaza çareseriya pirsgirêkên xwe kirin.
Ew nêzî mehekê ye ku sedan tankêrên veguhastina benzînê ku ji Îranê bar lêdabûn ku bo veguhestine ber bi Herêma Kurdistanê ve herin, rê pê nehate danê ku derbasî Kurdistanê bibin û heya niha jî her li pişt derwaze rawestane.
Nerizayetî û xwenîşandan li bajarê Tewrêzê ber deriyê Parêzgariyê li ser bahatî û destnekevtina hewcehiyên jiyanê berdewam e.
Nerizayetî werzîgarên di Îsfehanê de û xwenîşandana malnişînkiriyan li seranserê Îranê berdewam e.
Xwenîşandana sedan karkerên Pola li ber deriyê meclisa rejîmê li Tehranê, nerizayetiya mamostayan û perestan û fermanberên dinê, li piraniya bajaran li derheq kêmiya hiqûq yan paştexistina hiqûê xwe berdewam e.
Sebebkarê hejarî û bêkarî, rejîma Îranê ye û berpirsên wê rejîmê li hember xelkê Îranê bersivdar nînin.