
Kedkarên palavtingeh, mamosta û kadrên dermanî û pizîşkan di Îranê de, kombûnên nerizayetiyê lidar xistine û nerizayetiyên berê jî her li ser daxwazên xwe berdewamin.
Roja Çarşemî 19ê Tebazê, xwenîşandan û mangirtinên kedkar, mamosta û kadrên dermanî di Îranê de bi awayekî berfireh hatine lidarxistin û xwenîşandanên di wan heyamên derbasbûyî de jî, hêj berdewam e.
Kombûnên nerizayetî bi sedema paşketa heqdestan, gendelî û bikêrnehatina berpirsan û berçavnegirtina hewcehiyên kedkar, mamosta û kadrên dermanî û pizîşkan ji aliyê berpirsan ve, sedemên bingehîn yên wan kombûnan in.
Nerizayetiya pizîşkên hawarhatinê di bajarê “Îze” a girêdayê parêzgeha Xûzistanê, neriyayetiya kedkarên şirketekî taybet a girêbestî ya “Nefta Başûr”, nerizayetiya kedkarên malnişînkirî yên kompaniya “Pars Mînû”, berdewamiya mangirtina kedkarên Vizegehan, mangirtina mamostayên “Nêhzet a Sewad Amûzî”, berdewamiya mangirtina kedkarên palavtingeha “Eselûye”, berdewamiya mangirtina kedkarên şirketa “Hêpko”, nerizayetiya kedkarên bajarwaniya bajarê “Serawan” di parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê de, kombûna nerizayetiya kedkarên şirketa “Profîl a Sawe” bi awayên berfireh hatine lidarxistin.
Rejîma Îranê û berpirsê wê rejîma serkutkar, ti girîngiyekê nadine mafê hevwelatiyan û çendîn roj e ku kedkar, bi sedema nedana heqdestên xwe nerizayetiyên xwe nîşan didin.