Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya parek ji Mihamî û wekîlan, li hember biryareke meclisa rejîmê

12:08 - 27 Çirriya paşîn 2020

Di çendîn parêzgeh û bajarên Îranê de, Wekîlên dadweriyê, li hember pejirandina biryarekê ji aliyê meclisa rejîmê ve, kombûnên nerizayetiyê lidarxistin.

Roja pêncşemiyê 26ê  Çirriya paşîn a 2020an, li zaf bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, wekîlên dadigehan, bi kombûna xwe li ber derê dadgusteriyan, nerizayetiya xwe li hember biryara nû ya pejirandî ji aliyê meclisa rejîmê ve dane xuyakirin.

Meclisa rejîmê di çend rojên derbas bûyî de, li derheq dana kespa perwanê anku îzna karê wekîliyê bi wekîlan, biryarek pejirand ku heya qasekê pirskirêkan bo karê wekîlan çêdike.

Wekîlê nerazî li ser wê baverêne ku ev biryara nû ya meclisê, di cihê karê wekaletê, û berçavgirtina dadweriyê, rê dide pêşya wekîlan ku weke kar û kasibî û bazirganî kirin, serederiyê di gel pêşê xwe de bikin.

Di wê derheqê de sedan wekîlan roja derbasbûyî, li çendîn bajaran, ji wan Tehran, Şîraz û Kirmaşanê , ber derê dadgusteriyê kom bûn û nerizayetiya xwe dane kivşê.

Wekîlan di kombûnên nerizayetiyên xwe de, ew biryara nû ya meclisa rejîmê bi berewajiyê felsefe û zatê wekaletê hesibandin û daxwazkarê pêdaçunê di wê biryarê de kirin.