Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya rojnamên Amerîkayê di hemberî bûna “Axazadên Îranî” li Amerîkayê de

11:56 - 17 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Rojnameya “Washington Times”ê bi weşandina rêza navên zarokên berpirs û deshelatdarên Îranî ku di Amrîka de dijîn, nivîsî ku bûna wan kesan li Amerikayê, maf nine, belkî “poan” (imtiyazek) e.

Li lîstê ku Ji aliyê rojnama “Washington Times”ê ve hatiye weşandin, navên zarokên Elî Larîcanî serokê meclisa rêjîma Îranê, navê zarokên Husêyn Firêydûn, bira û alîkarê taybet yê serkomar, zarokên Me`isûme Êbtikar, cîgirê serkomar, xizmên Mihemed Baqir Nobext û navên zarokên zaf ji berpirsên rêjîme dikeve ber çavan.

Piraniya zarokên berpirsên rêjîma Îranê, anku “Axazade”, di Amerîka de mijûlî xwandinê ne, û li zanko û navendên herî modern yên Amerîkayê de “poan” (imtiyaz) wergirtine.

Li gor biryara îdara Amerîka û dewleta Tiramp piraniya berpirsên Îranê ku bavê wan zarokan in, navên wan di nava lîsta reş û terorê de ne, û hatine tehrîmkirin.

Di nava lîsta “Axazade”yan de, navê Seyîd Huseyîn Mûsewiyan, ji endamên tîma danûstandina Navikî a Îranê dikeve berçav, ku li zankoya “Princeton”ê de ye, ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hukmê destbiserkirinê jê re hatiye birîn. Husêyn Mûsewiyan di dema terora Mîkonosê de balyozê rêjîma Îranê bû li welatê Alman.