Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêtanyahû: Rûhanî rûwê xwe yê rast pêşanda

22:40 - 3 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Nêtanyahû bersiva ragihandina tund ya serokmarê Îranê ya dijî dewleta cuhû da.
Nêtanyahû got, ku ragihandina rêberê Îranê ya derbarê, ku Îsraîl “di laşê cîhana islamî de birînek kevne û pêwîste bê hilanin” ruwê wî yê rast pêşanda.
Ajansa “Frans Prês” weha gotinên Nêtanyahû ragihand: “Me ruwê rast yê Rûhanî berya me texmîn dikir dît. Eger Îranî hewlbidin vê ragihandinê derw jî derxin, êdî zelale, ku ew bi rastî çawa difikire”.


Danûstendinên di navbera Îran û Îsraîlê de di salên dawîn de her tim çavkaniya bêaramiya li heremê ne. Serokê niha Mahmûd Ehmedînejad gelek caran ragihand, ku “Îsraîl divê ji ser ruwê erdê bê rakirin”.
Divê pêwendiyê de roja înê berwar 1’ê Tebaxa 2013’an, di rê û resma roja Qudis de Hesen Rûhanî weke serkomarê rejîma Îslamiya Îranê guterek pêşkeş kir û weha got: Îsrayîl, “di laşê cîhana Îslamî de birînek kevne û hevceye bê hilanin”.