Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Netenyahu” daxwaz dike ku Dîwan Keyferî li ser cinayetên Îranê û Sûriyê pêdaçûnê bike

11:50 - 7 Şibat 2021

“Benjamin Netanyahu” li derheq dawî biriyara Dîwana Bilind a Keyferiya Lahe, berteka tund nîşan da û gotiye ez wekî Serokwezîrê Îsraîlê baweriyê dideme we ku em bi hemû şiyana xwe ve li dijî wê nedadperweriyê radiwestin û eva dijî Yehûdiyekî tewaw wate ye.

“Netenyahu” di berdewamiya nerizayetiya xwe de gotiye: “Dîwana Navnetewî a Keyferiya Lahe dibe li ser cinayetên rejîma Îran û Sûriyê ku rojane cinayetan dikin pêdaçûnê bike ne li ser Îsraîlê”.

“Fao Bensuda” Dadsitanê Giştî yê Dîwan Keyferî ragihandiye ku belgeyên tewew û qebûlkirî li ser cinayetên şer li Keraneya Baxterî û Newara Xeze li ber dest hene û ew biriyara dadgehê dikare bo Îsraîlê xirab be û efserên Artêşa wî welatî û siyasetmedarên wî li derveyê Îsraîlê destbiser bike.

Herwisa “Netenyahu” di yekem berteka xwe de got ku Dîwana Navnetewî a Keyferî organek Siyasî ye ne saziyek dadwerî.

Herwisa Filistînê gotiye hêvîdar in ku hikûmeta nû a “Biden” li derheq biriyara nû a Dîwan Navnetewî nerazîtiya xwe nîşan nede û piştîvaniyê bike.

Lê Wezareta Derve a Amerîkayê li derheq wê biriyarê nîgeraniya xwe nîşan daye.