Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netewên Yekgirtî: Îranê di qaçaxa sîlahan de bo Yemenê dest hebûye

16:20 - 28 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Girûpa lêkulînanê a Netewên Yekgirtî: Îranê di qaçaxa sîlahan de bo Yemenê dest hebûye.

Ebûbekr Elqerbî wezîrê derve ê Yemenê roja 27’ê Gulanê got li ser bingeha lêkolînên girûpa NY, Îranê di qaçaxa Sîlahan de bo Yemenê dest hebûye.

Elqerbî li gotûbêjekê de li gel rojnameya “Elşerqul Ewset” got: “ biryara destêwerdanê di naw karûbarê Yemenê de’ ji aliyê Tundrewên rehîma Îranê ve birêve dice.

Navbirî herwisa got : “Îran li Yemenê de di cihê havkarîkirin li gel birayên xwe, Sîlah, Bombe û Şebekên casosî bo vî welatî rê dike.

Dewleta Yemenê hetanî niha çend carî dest bi ser belemên Îranî ên tejî Sîlah girtine ku qirar bo bigehe destê girupên dijberê dewletê.

Demekê pêş niha Ebdûrbêh Mensûr Elhadî Serkomarê Yemenê, bi hemû awayî destêverdanên Îranê di nav karûbarê Yemenê de mehkûm kiribû.

Elqerbî di varê peywendiyên navbera Îran û welatê xwe de got: “ li destpêka destêwerdanên Îranê li nav karûbarê welatê me de, me pîşniyara gotûbêjan daye wan û pêdagirî li ser peywendiyên hawkariyê kiriye, lê mixabin tundrewên di Îranê de biryar dan ku destêwerdanên xwe di nav karûbarê me de zêde bikin.