Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Neteweyên Yekbûyî: Nîzîk ji 100 hezar kes li Sûriyê hatiye kuştin

21:59 - 13 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Berdevkê bizava Neteweyên Yekbûyî ragehand, heya niha Pitir ji 93 hezar kes di şer û pevçûna di navber rejîma Beşar Esed û Muxalîfan li Sûriyê hatine kuştin.
Bizava mafê mirov ya Neteweyên Yekbûyî di raporekê de ragehan, di destpêka şer û pevçûna navbera rejîma Sûriyê û muxalîfên rejîma Beşar Eseb ku heya maha Nîsanê hatiye tomarkirin, pitir ji 93 hezar kes hatine kuştin.
Ev amara heya meha Nîsan a 2013’an, hatiye tomarkirin, li gor evê ku her mehê 5 hezar kes hatibe kuştin heya niha 100 hezar kes hatiye kuştin.
Li gor vê raporê %80 kuştiyan mêr bûne, lê rêkxirava Neteweyên Yekbûyî seneda mirina nîzîkî 1700 zarokan jêr 10 salî li ber dest heye.
Di raporê de hatiye eşkere kirin, ku herî zêde li Dîmeşqê, Humis û Helebê wendahiyên giran çê bûye û di raporê de bi rêzê hejmara mirovên li bajaran jiyana xwe ji dest dane weha tê rêzkirin: Rîf Dîmeşq (17.800), Humis (16.400), Heleb (11.900), Idlib (10.300), Dara (8.600), Hema (8.100), Dêr Zor (5.700), navenda Şamê (6.400) kuştî ne.
Dîsa li gorî raporê, ji kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane sedî 7.6 jê jin û ji sedî 82.6 jî mêr in.
Hatiye ragihandin ev lêkolîn pişta xwe daye 8 jêderan ji wan, hikûmeta sûriyê û rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ku navenda wê li Londonê ye, herweha haletên kuştinê heya ku navê qurbaniyan û dîroka kuştina wan nehatiye diyar kirin nexistine belgeyan.


Nûnera Neteweyên Yekbuyî ya mafê mirovan Navy Pilay ragihand ku ji sala borî ve, meh bi meh hejmara kuştiyan zêdetir dibe.