Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Mehkûmkirina Hemîd Nûrî li dadgeha Swêdê, riswayî û mehkûmkirina rejîma Îslamiya Îranê ye

20:13 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2022

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq mehkûmkirin a Hemîd Nûrî yê cinayetkar li dadgeha Swêdê, daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya li derheq mehkûmkirin a Hemîd Nûrî yê cinayetkar

Roja Pêncşemî 14ê Tîrmeha 2022an, piştî 9 mehan dadgehîkirin û lêkolînkirinê, dadwerê dadgeha Stokholmê, Hemîd Nûrî yek ji terorîst û mirovkujên rejîma Îranê bi sûçê şer û kuştina bizanebûn li pêvajoya bidarvekirinê ya li demsala Havîna 1367an, bi hepsa heta hetayî mehkûm kir.

Yekemîn civîna dadgehîkirina Hemîd Nûrî, naskirî bi Hemîd Ebasî, alîkarê berê yê dadwerê girtîgeha Gewherdeştê, roja 10ê Tebaxa 2021an dest pê kir û roja 4ê Gulana 2022an dawî pê hat.

Dadgehê li 93 civînan de guhdarî sikala û gotinên malbatên qurbaniyan û kesê sûçdar kir.

Ev cara yekeme ku piştî derbasbûna 3 dehkan li ser kuştina bikom a hepsiyên siyasî li demsala Havîna 1367an li girtîgehên Îranê de, yek ji sûçdarên wê dosyeyê tê dadgehîkirin û cezakirin.

Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, vê serkevtinê ji tev kesûkarên qurbaniyên demsala Havîna 67an pîrozbahiyê dibêje û li ser vê baweriyê ye ku mehkûmkirina Hemîd Nûrî li derveyî Îranê, riswayî û mehkûmkirina rejîma Îslamiya Îranê ye.

Rejîma Îslamî li heyama temenê xwe yê reş de, li dijî azadîxwazên Îranê siyaseta tepeserî û terorê girtiye berahîka xwe û canê hezaran mirovên azadîxwaz jê standiye.

Kurdistan jî her di yekemîn rojên deshilata wê de, bû bi armancên dirindane yên siyaseta vê rejîmê, bi hezaran kes bi sûçê azadîxwaziyê di nedadgehên rejîmê de cezayê mirinê li ser wan de hate sepandin. Lewma mehkûmkirina Hemîd Nûrî cihê dilxweşiya xelkê zilm lêkirî yê Kurdistan û Îranê ye.

Deshilatdarên rejîma Îslamiya Îranê ev peyama han wergirtin ku, terorîzma rejîma Îslamî nikare ji destê dadperweriyê derbas bibe û zû an direng, tev bikuj û sûçdarên li dijî mirovahiyê dê li dadgehan de bigihîjin bi cezayên xwe.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

24ê Pûşpera 1401an

15ê Tîrmeha 2022an