Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

New York Times: “Tirkiye bûye meydana bikirêgirtiyên rejîma Îranê”

12:37 - 30 Kanûna Paşîn 2021

Rojnameya “New York Times”ê daye zanîn ku “welatê Tirkiye bo dijberên rejîma Îranê bûye cehenemeke rastî û herwisa bûye meydana kesên girêdayê rejîma Îranê û bi kirêgirtiyên wê rejîmê.

Pêka rojnameya “New York Times” daye zanîn ku revandin û gef li ser dijberên rejîma Îranê di welatê Tirkiye de zêde bûye, niha zêdetir li 40 hezar penaxwaz li Tirkiyê hene ku ji aliyê Îranê ve ber bi wî welatî ve çûne, lê hejmarekî zêde ji wan kesên ku li dijî rejîma Îranê bûne rastî revandin, radestkirin û gefên micid yên kesên girêdayê rejîma Îranê û bi kirêgirtiyên wê rejîmê hatine.

Herwisa wê rojnameye Amerîkayê îşare bi revandin û veguhastina çalakvanê siyasî yê Ereb, “Hebîb Esîwed” li Tirkiyê kiriye.

Penaxwaz di Tirkiyê de nigeran in ku ji aliyê rejîma Îranê ve bêne revandin an bêne radestkirinê; Herwisa ew rastî wan gefan tên ku ji aliyê bikirêgirtiyên rejîmê ve bi awayê telefonlêdanan gefan bi wan re dixwin û piraniya wan penaxwazan ewlehiya canî tinîn.

Herwisa rojnameya “New York Times”ê îşere bi lehevhatina Tirkiyê digel rejîma Îranê kiriye ku bona radestkirina kesên tawanbarkirî di navbera wan 2 welatan de hatiyê wajokirin.

Çalakvanên siyasî yên dijî rejîma Îranê, ji wê yekê ditirsin ku hekî herine Tirkiyê, rengehiya wê heye ku ji aliyê kesên girêdayê rejîma Îranê an bi kirêgirtiyên wî welatî ve bêne revandin an bêne kuştin.