Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

New York Timse: Amerîkayî bo sekinandina bernameyên mûşekî yên rejîma Îranê, terheke taybet heye

12:50 - 15 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Amerîkayî bo pêşîgirtin ji bernameyên mûşekî yên rejîma Îranê, wê çalakiyên taybet yên saziya “CIA” ê bilez bike.

Rojnameya “New York Timse”ê roja 23`ê Rêbendanê,  pêka gotina hejmarek ji berpirsên berê û yên niha yên Amerîkayî nivîsiye ku: “Dunald Tramp” serkomarê Amerîkayî, ji terha taybet a ewlehî û leşkerî  ku di heyma serkomariya ;”George W. Bush”  bo, sekinandina bernameyên mûşekî yên rejîma Îranê hatibû darêtin, mifah werdigre, û heriwsa qonaxên birêvebirinê wê, bileztir bike.

Li gorî vê raportê, di heyama serkomariya “George W. Bush”, saziya “CIA” terha, derheq sekinandina bernameyên navikî û mûşekî yên rejîma Îranê destpêkir, ku her du terh, di heyama serkomariya “Barak Obama”, û heya sala 2017`an berdewam kiriye, û dema ku, “Donald Trump” “Mike Pompeo” wekî berpirsê wê saziyê hilbijart, navbirî çavkaniyên herî zêde bo birêvebirina wê terhê ber dest danîne.

 “New York Timse”, derheq avêtina mûşeka mehwarêyî ya bi navê “Peyam” bo gerdûnê, nivîsiye ku: %67 ji avêtina mûşekên rejîma Îranê yên bo gerdûnê, yên di heyam 11 salên borî de serkevtî nebûne, û li çav digel serkevtinên welatên din yên di wî warî de zelaltir e, çimkû sernekvitina avêtina mûşekan di cîhanê de %15 ji ye.

Rejîma Îranê ev çend sal in ku, bi tebilîxkirin û hederdana serwet û dahata welat, îd`a dike ku, di warê pêşkevtin, zanista leşkerî û navikî de pêşkevtineke xuya hebûye lê, li gorî zanyariyên rast ku di vê raportê de hatine, eşkere ye ku, netenê, tu pêşkevtinek nebûye belkû ev xelkê zilm lêkirî û hejar yê Îranê ye ku, dibe goriyî şaştî û kiryarên serberedayî yên wê rejîmê.