Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz li eyaleta Kalîforniya bi coşek mezin hat pîroz kirin

15:59 - 29 Adar 2014

Kurdistanmedia: Bi Amadebûna Kurdên akincî li Başûrê eyaleta Kalîforniya û hunermendê Kurd Şehram Nazirî, rêûresma cejna neteweyî a Newrozê di vî eyaletê de birêve çû.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, rêûresma han bi hilkirina agirê Newrozê ji aliyê Dr. Sureya Felah cêgira saziya civaka Kurdên Kalîforniya dest pêkir û piştre gorat û mijarên pêwendîdar bi cejna neteweyî a Newrozê hatin pêşkeş kirin.

Rêûresma Nwerozê bi stranên hunermendan û goven û dîlana beşdaran dawî hat.