Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz li Nurwêjê bi çoş hat pîroz kirin

16:56 - 24 Adar 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma cejna newrozê li bajarê “Romerîke”a welatê Nurwêjê bi pişikdariya hejmarek ji Kurdên akinciyên vî welatî birêve çû.

Li gor rapora Kurdistanemdia, roja Şemî 22’ê Adar a 2014’an, komîteya Yeketiyên Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê li Nurwêjê û komeleya çandî a Kurd bi awayeke hevper bi hiceta hatina sala nû a 2714’a Kurdî, şevahengek bi beşdariya Kurdên rûniştiyên wî welatî bi rêve birin.

Di destpêka wê şevahangê de bi xwîndina sirûda neteweyî a “Ey reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji çanê paqij ên şehîdên Kurdistanê, rêûresm dest pê kir.

Paşan peyama hevper a komîteya Yeketiyên Ciwanan û Jinan li bajarê “Romerîke” û komîteya giştî a komeleya kultûrî a Kurd li welatê Nurwêjê ji aliyê “Ebas Namî” endamê rêveberiya komîteya giştî a komeleya çandî a Kurd ve hat pêşkeş kirin û piştire ew peyama bi zimanê Nurwêjê ji aliyê “Rohgere Îsmaîlî”ve hat xwîndin.

Di vê şevahangê de “Murtîn Yelsîn” nûnerê saziya Firyuîla Hêt li Nurwêjê berşdar bû.

Bi vê boneyê hejmarek peyam ji aliyê rêxiraw û kesayetiyan ve hatbû rêkirin ku ji aliyê nûnerên beşdarê vê rêûresmê ve hat xwîndin:

- Peyama “Ole Yakûb” belediyê Şêsmo
- Peyama saziya kulturî a Pakistaniyan li Şêsmo
- Peyama saziya kulturî a Kongo li Nurwêjê

Li birga din a rêûresmê de Sirûda “Newroz” ji aliyê kora sirûda komîteya Yeketiya Lawan ve hat xwîndin.

Rêûresm bi govend û dîlana Kurdî dawî hat.