Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newsûd/ 12 ser pêroyên barhilgir bi gulleyên raste rast ên hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin

15:53 - 17 Adar 2014

Kurdistanmedia: Azar û eziyet kolberên Kurd herwisa dirêje heye û hêzên rejîm li Newsûd çendîn ser pêroyên bargilhir ên kolberan kuştin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê li cihekê bi navê “Kutiye” li nêzîkê “Qelaga” a ser bi devera Newsûdê, bi kolberên Kurd bêrêzî û bêhurmetî kirine û dest bi ser hejmare ji histêr û hespên barhilgir ên wan kolberane girtin e.

Hêzên rejîma Îslamî ya Îranê paş zewtkirin 12 ser pêroyên barhilgir ên kolberan, li niviya rê de li yek mêtriyê de teqe ji wan kirin û kuştin.

Ew kiriyara hêzên rejîm di du mehên dawiya sala Rojî de, çendîn care hatiye gorê û zirar gehendiye kolberên Kurd yên devera Newsûdê.

Di wê pêwendiyê de hêzên rejîma Îslamî ya Îranê piştre jî serbarî bezandina sînorê Herêma Kurditanê, êrîş kirine ser kolberan û li çiyayên naskirî bi navê “Giryan” teqe ji kolberan kiribûn û di encam de çendîn ser ji pêroyên barhilgir ên kasibkaran hatin kuştin.