Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşekî xelkê bajarê Serdeştê bi maşîna “Wanêt bar” bo nexweşxana Mihabadê hate veguhastin

12:30 - 4 Îlon 2020

Pêka kurte vîdiyoyekê ku di nav torên civakî de hetiye belavkirin, nexweşekî xelkê bajarê Serdeştê bi maşîneke “wanêt bar” di hewayeke baranî de bo nexweşxaneya bajarê Mihabadê tê veguhastin.

Di vê kurte vîdiyoyê de, nexweş dide zanîn ku, me çendîn caran bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê telefon kiriye ku bi lezgînî ambûlansekê bişînin, lê nexweşxanê daye zanîn ku wan ambûlans tininin, û ew jî neçar dimînin nexweşên xwe di hewayeke baranî de bo bajarê Mihabadê veguhezînin.

Eva jî di halekê de ye ku, rejîma Îranê di derveyê welat de û li welatên wekî Sûriye û Îraqê de çendîn nexweşxane avakirine û tev îmkanatên hewce jî bo wan nexweşxanan dabîn kirine. Lê rejîm ti girîngiyê nade deverên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê bi hemû awayekî serkut dike.