
Kurdistanmedia: Nexweşiya Anfolanzayê ku nexweşiyeke veyrosîye heya niha, canê hejmarek li hevwelatiya di Îranê de girtiye, û di parêzgeha Urmiyê de jî 3 kesan bi wê sedemê canê xwe ji dest dane.
Nexweşiya Anfolanzayê her sal nêzî 15 heya %20 ji heşîmeta Îranê pê dikeve, û heya niha di Îranê de nêzî 15 kes, bi sedema wî nexweşiyê canê xwe ji dest dane.
Di vê derheqê de, Cihgirê karûbarê Tendirûstî yê Zanîngeha Îlomî Pizîşkî ya parêzgeha Urmiyê, Resûl Întizar Mehdî, daye zanîn ku, nexweşiya Anfolanza digel nexweşiya sirê li yek diçin, lê nexweşiya Anfolanzayê hinekê ciyawazî heye, çimkî di destpêkê de, bi kuxik kirin, êşa laş û westiyanê destpê dike.
Herwisa navbirî got, heya niha di parêzgeha Urmiyê de, bi wê sedema wê nexweşiyê 3 hevwelatiyan cenê xwe ji dest daye.
Pêka amarên ku malperên navxweyî belavkirine, heya niha di Îranê de, nêzî 3915 hevwelatî rastî nexweşiyên henaseyî hatine, û ji wê hejmarê 342 kes jî, rastî nexweşiya Anfolanzayê hatine.