Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşxanên parêzgeha Urmiyê li gel pirsgirika kêmiya pizişkan rûbirû ne

15:49 - 1 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Bi dawî hatina gelala çalakiya pizişkî di werza Hevînê de li parêzgeha Urmiyê, kêmiya duktur di vê parêzgehê de pitir ji caran berçav dikeve.


Nûçegihaniya “Îsna” ji devê berpirsê zanîngeha zanistî a pizişkên Urmiyê ve bilav kir, parêzgeha han li gel arîşeya kêmbûna 150 dukturan berbirû ye û ev pirsgirike bi tewaw bûna gelala çalakiya pizişkan di Havînê de pitir eyan dide.
Navbirî got jî: Dukturên parêzgeha Urmiyê amade ninin li deverên dûr li parêzgehê kar bikin û eva jî sedemeke ku kêmbûna pizişan di van deverane de pitir berçav bikeve.
Her di vê pêwendiyê de, kêmiya pizişk û kelupelên pizişkî li parêzgeha Îlamê di xiraptirîn rewşa xwe de ye û hevwelatiyên vê parêzgehê li gel arîşeyekî micid rûbirû bûn e.
Bajarên Şîrwan û Melekşahî a parêzgeha Îlamê jî nexweşxane têde nine û hemwelatiyên wan bajarane bi hinceta çareseriya pizişkî diçin parêzgehên din ên Îranê.
Kêmiya pizişên pispor û şareza li parêzgeha Kurdistanê jî arîşe û astengî bo nexweşan çêkiriye û heta niha karbidestên rejîma Îslamiya Îran tu pingavek bo çareseriya wan pirsgirikane nedan e.
Kêmiya deva û derman jî li beşa derman û bêhdaşt, astengiyekî din e ku hevwelatî û akinciyên parêzgeha Sine wêzar kiriye.