Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşxaneya Bihiştî li bajarê Urmiyê, piştî 11 salan hêj di qonaxa Fondasiyonê de maye

11:46 - 4 Şibat 2020

Projeya avakirina nexwşxana Bihiştî di bajarê Urmiyê de, piştî 11 salan, hêj di qonaxa Fondasiyon û nîvekariyê de maye û berpirsên rejîmê jî ti girîngiyekê nadinê.

Nexweşxana 450 textî a Bihiştî, di bajarê Urmiyê de piştî 11 salan hêj di qonaxa Fondasiyonê de maye û berpirsên girêdayê wê bînayê ew piştguh avêtine.

Biryar bû ew nexweşxane, mezintirîn nexweşxaneya bajarê Urmiyê be. Di sala 1387`an de yekemîn kulînga avakirina wê projê ji aliyê zanîngeha pizişkî a bajarê Urmiyê ve hatibû lêdan, û zêdetir ji 20 milyard tumen heya niha xercê wê nexweşxanê hatiye kirin, ew pereye ku ji darayîya giştî (Beytul Mal) hatiye dabînkirin, heya niha bê xwedî û wekî peykera xemsarî û gendeliya berpirsên rejîmê tê xuya.

Cihgirê Wezîrê Rê û Bajarsazî ê rejîma Îranê, Mehmûd Mehmûdazade, daye zanîn, ku digel rejîma Sûriyê rêketine ku ji bo Sûriyê 30 hezar avahiyan ava bikin. Eve jî di halekê de ye ku, pirojeya wê nexweşxanê ku hewceye bê avedankirin, ava nakin, û berpirsên gendel ên rejîmê tenê di fikra gendelî û dizîkirinê de ne.