
Vîrûsa Korona di bajarê Urmiyê de, zêdetir belavbûye û rewşeke xirab afirandiye, lê nexweşxaneyên wî bajarî rastî kêmbûna xizmetkariyan bûne û şiyana rûberûbûn digel wê arîşê tinînin.
Welatiyekî xelkê Urmiyê, derheq rewşa nexweşxaneyan basa wê yekê kiriye ku rejîm hiquqê kadrên dermanî nade û rewşa nexweşxaneyan zêde xirabe û rastî kêmbûna textên razandinê jî hatine.
Wî welatiyî gotiye: Di “Nexweşxanan de kepsûlên Oksijenê kêmin, bi awayekî ku hin car bi sedema tinebûna wan kepsûlan, nexweşên ku rewşa tenduristiya wan baş nine, canê xwe ji dest didin.
Herwisa wî welatiyî basa xercê têsta korona yê kiriye ku bê beramber nine û 550 heya 700 hezar tumenan werdigirin û di cihên taybet de, 900 hezar tumen e.
Rewşa parêzgeha Urmiyê, ji aliyê rejîmê ve, bi sor hatiye ragihandin û derheq wê rewşê hişdariyê didin, lê ti girîngiyek nadine rewşa tenduristiya wê parêzgehê û bona pêşîgirtin û kontrolkirina wê nexweşiyê, ti pêngawekî hilnagirin.