
Karbidestek rejîma Îranê li parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê “Elî Rizayî”gotiye: “Parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hewcehiyên pizîşkî ve rastî destnekevtina wan hewcehiyan hatiye û hewce ye ku girngiyek zêdetir bi wê bidin. Di dema destnekevtina hewcehiyên pişîzkî de ked û zehmeta kadrên dermanî bi heder diçe”.
Herwisa navbirî got: “Di heyama belavbûna vîrûsa Koronayê de hate xuya ku nexweşxaneyên wê parêzgehê rastî destnekevtina hewcehiyên pizîşkî û kêmbûna texên nexweşxaneyan hatine.
Piraniya nexweşxaneyên parêzgehê, kevin in û ti bûdceyek hewce bi wan nehatiye dan.