Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî 100 sînemakarên Îranê ji hêzên Ewlehî yên Îranê daxwaz kirin ku çeka rejîmê danên

17:34 - 30 Gulan 2022

 Roja Yekşemî 29`ê Gulanê nêzî 100 sînemakarên Îranê di daxuyaniyekê de ji hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê daxwaz kirine ku, çeka rejîmê danên û dawî bi tepeserkirina xelkê nerazî bînin.

Vajokerên wê daxuyaniyê gotine ku : “Di vê demê de ku xelk ji gendelî, dizî, tepeserkirin, bêdengkirina dengê xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve bêzar û hêrsin, ji hemû wan kesan daxwaz kirine ku li navendên leşkerî yên rejîma Îranê de kar dikin û xelkê nerazî tepeser dikin, çeka rejîmê danên û carek din bizivirin  hembêza xelkê.”

Ew daxuyaniya sînemakarên Îranê piştî hiloşîna avahiya “Metropol”a li bajarê “Abadan” ê bû, li çendîn ku li bajarên Îranê nerizayetiyên berfireh lipey xwe aniye, û ew nerizayetî rastî êrîşa hêzên tepeserker yên rejîma Îranê hatin e.

Di bûyera hiloşîna avahiya “Metropol”ê de 31 kesan canê xwe ji dest daye û 38 kesên din jî bêser bûne.