
Kurdistanmedia:Di Îranê de bi sedema bilindbûna çen hember a nirxa Dolar û dev berdana kompaniyayên tiromibîlsazî ji Îranê, Pîşeya çêkirina alavên tiromibîlên Îranê, tûşî kirîzan kiriye.
Roja Pêncşemî 10`ê Xezelwerê, (1`ê Çiriya Paşîn) Mazyar Bêyglû, berpirsê “civata çêkirina alavên "Xudru a Îranê” daye eşkerekirin ku, îsal bi sedema kirîza nirxa pere û dev berdana kompaniyayên çêkirina alavên tiromibîlan yên derve ji Îranê, nêzîkî 100 hezar kedkarên Pîşeya çêkirina alavên tirombîlên Îranê, wê betal bibin, û herwisa ev yeka jî daye zelalkirin ku, 450 hezar kerdkarên din jî metirsiya betalbûnê li ser wan heye.
Navbirî di beşeke din a axavtinên xwe de, derixistina 14 hezar kedkarên din yên para çêkirina alavên tiromibîlan bi sedema kirîza pere ragehand.
Wî berprsî da xuyakirin ku, çarenivîsa van kedkaran nezelale, û hekî pirsgirêka çêkirina alavên tiromibîlan neyê çareserkirin, asta betalbûna kedkarên wê Pîşeyî, wê zêde bibe.
Wî berpirsî daye zelalkirin ku, qerê bi qasî 15 milyard Tûmenî yê Pîşeya “Xudru sazan” derheq navendên çêkirina alavan û devberdana kompaniyayên derve yên wekî “Reno” ji Îranê, Pîşeya çêkirina alavan, tûşî arîşeyên bi wî rengî kiriye.
Asta berhemanîna alavên tiromibîlên Îranê,, ji demsala havîna îsal, piştî devberdana kompaniyayên,çêkirina tiromibîlan a Fransayê ji Îranê, û zêdebûna nirxa çend hember a Dolar, nîve bûye, Şapûr Sami`î berpirsê giştî yê civata çêkirina alavan, di Gelawêja îsla de, %50 berhemanîna tiromibîlan û kêmbûna demjmêrên kar yê çêkirina alavan ragehandibû.
Raporta Wezareta Pîşe,Kanî (me`iden) û Tîracet a Îranê, jî vê yekê nîşan dide ku, berhemanîna tiromibîlan, di Rezbera îsal de, li çav meha borî, %46 kêm kiriye.