Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa kêrêya teksî li Parêzgeha Urmiyê li seda 25 zede kiriye

21:57 - 3 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Nirxa nû a teksî telefûniyên hinek bajarokên parêzgeha Urmiyê, bi fermî ji aliyê cîgirê Omraniya parêzgeha Urmiyê ve hat ragihandin, ev nirxa li seda 25 zede kiriye.
Nûçegehaniya Faris li devê cîgirê Omraniya parêzgeha Urmiyê ve bilavkir, nirxa kirêya teksî telefûnan li bajarê Miyandaw û Bokanê li 800 Tûmen ve bo 1000 Tûmen zêde kiriye û ew nirxa jî li bajaroka Xoyê li 1300 Tûmen ve bo 1500 Tûmen zêde kiriye.

Sebeba zêdekirinê ji aliyê karbidestê rejîma Îranê ve nehatiye eşkere kirin û tenê zêde bûna nirxa teksiyan li 3 bajarokên Kurdan amaje pêkiriye.
Zêde bûna li seda 25 a nirxa kirêya teksî li du bajarokên Bokan û Miyandawê, di demekê de ye ku rewşa abûriya xelkê li rewşeke nebaş de ye û rêjeya nebûna kar roj bi roj zêde dike.