Hevahengkerê Karûbarên Dijeteror yê Amerîkayê “Nîtan Sêylîz”, ragihandiye: “Îran mezintirîn û xirabtirîn piştevanê terorê di cîhanê de ye û bi rêya Spaha Pasdaran û girupên terorîstî yên çekdar ve ne bi tinê di Rojhilata Navîn de, belkî di seranserê cîhanê de kesên bê tawan û sivîl dikuje û hejmarek zêde ji xelkê jî bi dîl digre.”
Herwisa navbirî gotiye : “Yekemîn qurbaniyên terorîzma xelkê, Îranê bixwe ye û niha ku kesekî bikuj ê bi navê “Îbrahîm Reîsî” anîne ser kar ku destê wî bi xwîna hezaran ciwanan sor e.”
Herwisa di dawiyê de navbirî ragihandiye: “Em piştevaniyê ji xelkê Îranê dikin ku bo diyarîkirina mafê çarenivîsa xwe şer dikin.”