Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Niyera qehriman bi hilkefta salvegera şehîdên “Kosanlan”ê çalakiyên banghêjî lidar xistin

13:02 - 27 Hezîran 2020

Endam û alîgirên PDKÎ ji “Niyer”a Minberî ve, wekî emegnasiyek bo şehîdên “Kosalan”ê, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Di wê çalakiyê de, qehrimanên Demokrat bi bilindkirina nîşaneyên netewî yên wekî: “Alaya pîroz a Kurdistanê, wêneyê şehîdan û axabanû ya nîşaneya pêşmerge” wefadariya xwe bi rêbaza şehîdan ducar kirin.

Şerê binavûdeng ê Kosalanê di rêketa 5ê Pûşpera 1395an a Rojî de di navbera hêza Pêşmergê Kurdistanê û hêza dijî gel a rejîma Îranê de çê bû ku di encama wê şer û pevçûnê de 11 pêşmerge ji baştirîn xortên gel ên Kurd canê xwe pêşkêşê rêya rizgariya Kurdistanê kirin û bi sedan kes ji çekdarên bikirêgirtî û pasdarên terorîs ên rejîmê hatine kuştin.