Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Norvêj/ Penaberekî Kurd tirsa dîport kirinê li ser e

14:53 - 17 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Çalakvandekî Kurd xelkê bajarê Urmiyê, piştî 6 salan daxwaza penaberiyê ji welatê Norvêjê hat retkirin û gefa tîportkirinê jê hatkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, çend sal berî niha Hemîd Ebdalîpûr kurê Reşîd temen 40 salî û xelkê bajarê Urmiyê bi sedema çalakiyên siyasî û endamiyetî li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê dozgeriya şoreş a bajarê Urmiyê bi 15 salan girtîgeh hat cezakirin.

Çalakvanê siyasî yê Kurd, piştî ragahendina ceza wî bi naçarî warê kal û bavê xwe bi cî dihêle û sala 2008’an ji welatê Norvêjê daxwaza mafê penaberiyê dike.

Hemîd Ebdalîpûr 6 sal bû ku daxwaza mafê penaberiyê kiribû lê dewleta Norvêjê ev yek nepejiran û niha jî dixwaze wî ber bi Îranê ve birê bike.

Bi gotina xoşka wî çalakvanê siyasî ê kurd, derxistina Hemîd bo Îranê di demekê de ye ku belgeya hukmê deportê li Tehranê radestî balyozxaneya Norvêjê hatiye kirin ku rexma fermî bûna belgenameyê liser (endambûna fermî a navborî wek; kesekî siyasî ê dijberê rejîma Îslamiya Îranê), polîsê welatê Ewropayî ê navborî hukmê derxistina wî pejirandiye.

Ew çalakvanê siyasî ê Kurd destpêkê 15 sal ceza lê hatibû birîn lê piştre ji aliyê Dadgeha Bilind a rejîma Îranê ve, hukmê wî bo cezayê hepsê ê heta hetayî hat guhertin.
Gorî raportan, 3 kes ji malbata navborî di nav refa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hatine şehîdkirin û canê xwe bextê serbestiya Kurdistanê kirine.

Hevdem ligel îhtimala deportkirina Hemîd Ebdalîpûr ji aliyê polîsê Norvêjê ve, kampaniyayek li tora civakî a“Facbook”ê (bo nehîştîna derxistina wî çalakvanê siyasî ê Kurd li welatê navborî) hatiye avakirin ku hemwelatî û kesên dilsoz ji vê riyê re dikarin destekê bidin kampaniyayê.