Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnera Amerîkayê li Saziya Netewên Yekgirtî: “Amerîka îznê nade Îran çaka navkî bi dest bixe”

12:03 - 13 Çirriya paşîn 2021

Nûnera Amerîkayê li Saziya Netewên Yekgirtî “Linda Thomas-Greenfield” ragihand : “Waşington bi ti awayekî îznê nade ku Îran çeka navikî bi dest bixe”.

Roja Înê 21ê Xezelwerê “Linda Thomas-Greenfield” di civînek rojnamevanî de ragihand: “Dewleta Amerîkayê li derheq binpêkirina xalên Bercamê ji aliyê  Îranê ve nîgeran e, Amerîka erkdar e ku wê alxahînê bide ku îznê nade Îran çeka navkî bi dest bixe.”

Biriyar e ku “Linda Thomas Greenfield” roja Yekşemî 14ê Ciriya Paşîn digel berpirsên “Filistînî, Ordonî û Îsraîlî” li ser pirsên dever û nemaze Îranê hevdîtinan bike.

Di vê derheqê de, Nûnerê Kongireya Amerîkayê “Don Bacon” di “Twitt”ekê de ragihand: “Tiştek ku divê em hemû li ser yekgirtî bin ev e ku nabe ti welatek çekan bifiroşe Îranê û Îran yekemîn welat bo geşedana terorîzm di cîhanê de ye”

Herwisa navbirî di berdewamiyê de nivîsiye: “Min di biryarnameya 857 a ku pêşkêş kiribû, dorpêçên li ser Îranê divê bêne zindîkirin û derzkirina rejîma Îranê di Rojhelata Navîn de bê sînordarkirin.