Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Meclisa rejîma Îranê li derheq Xezelwera 1398ê gotiye me xelkê nerazî kuştiye

18:35 - 14 Çirriya paşîn 2021

Nûnerê Meclisa rejîma Îranê li derheq xwenîşanderên meha Xezelwera sala 1398an de gotiye : “Me xelkê nerazî kuştiye niha kê dixwaze bila me dadgehî bike”.

Nûnerê Mecilsa rejîma Îranê “Husên Newrozî” li derheq xwnîşdana meha Xezelwera sala 1398an de gotiye yek ji wan kesên ku teqe bi xelkê nerazî dikir ez bi xwe me û niha çi kesek dixwaze bila me dadgehî bike û herwisa di hevpeyvînekê de digel malperek a ser bi rejîmê li derheq birêveçûna dadgeha Navnetewî de  gelek bi hêsanî û bê şermane gotiye: “kesekî nerazî bank dişewitand û me jî ew kuşt”.

Dadgeha Navnetewî ya Xelkê bo pêragihiştin bi cinayetên rejîma Îranê di xwenîşadanên meha Xezelwera sala 1398an li bajarê “Lenden”ê hatiye li darxistin û heta niha çar kombûn wê dadgehê bi rê ve çûne.

Ew dadgeh ji aliyê sê Saziyên “Mafê Miroviya Îran, Dadperwerî bo Îranê û Bi hevre bi dijî Îdamê” hatiye li darxistin û heta 23ê Xezelwerê dê bê domandin û 45 şahid hene û şahidnameya 120 kesan jî bi awayê nivîskî dê radestî dadgehê bê kirin.

Biriyar e di wê dadgehê de lêklolîn bê kirin ku ew cinayetên ku hatine encam dan ji aliyê berpirsên rejîma Îranê yên wekî “Elî Xamineyî, Îbrahîm Reîsî û…vê hatiye encamdan an ne.

Di derheq vê dadgehê de, Cihgirê Siyasiyê Wezîrê Derve yê Îranê “Elî Baqirî” gef xwariye û gotiye: “Eger ew dadgeh neyê hilveşandin, ew jî dê beşek ji rêkevtinên bercamê rabigirin”!

Di wan xwenîşandanên meha Xezelwerê de pêka amara Saziya libihorîna Navnetewî heta niha navê 323 kesan belav kiriye û herwisa nûçegihaniya “Reuters”ê navê 1500 kesan belav kiriye ku bi destê berpirsên rejîma Îranê di wan xwenîşandanan de hatine kuştin.