Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Parlemanê: Fesad hemû îdare û dezgahên rejîma Îranê girtiye

17:25 - 29 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Nûnerê meclîsa rejîma Îranê ragehand, fesad hemû dam û dezgahên rejîma Îslamiya Îranê girtiye û çareserî nahê kirin.

Elîriza Zakanî nûnerê parlemana rejîma Îslamiya Îranê li ser vê bawerê ye, pişkekî berçav ji xelkê Îranê jêr hêla hejarî û fegîriyê de ne û tu alî û kes bi hizra çareseriya qeyranê nine.

Ew nûnerê meclisê amajê bi îxlasa 3 hezar mîlyard tûmenê sala 1390’a rojî kir û gotiye, ew îxlase û karên pêştir dest pêka fesadekî mezin bû li nîzama Îranê de.

Nûçegehaniya “Mêhr” ragehand, ew nûnerê parlemanê, wezareta Îtilata rejîma Îranê bi sûçdarê serkî li fesadiya evê rejîmê hesibandiye.
Elîriza Zakanî nûnerê parlemana rejîma Îslamiya Îranê, hevdem xwe bo posta serkomariyê daniye û bi hizra pisporên siyasî ev axavtina ku Zakanî kirine hemû rastin lê sebabe axavtina wî nûnerî tenê ji ber serkomariyê bûye.

Şarezayîn siyasî li ser vê bawerê ne, nûnerê resterasê xelkê li parlemanê de habûna wan tuneye û bi tu awayek nikarin xwastên xelkê cîbicî bikin.