Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDK Îranê, serdana parlemana Otrîşê kir

19:13 - 19 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Çûna Mihemed Ceiferî Sehrarûdî bo Soyîsê, hewlên Dr. Pîtir di vê doseyê de û alîkarî û hevahengiya pitir a navbera nûnrên Partiya Demoktarat Kurdiostana Îranê û parlemana Otîşê, di vê serdanê de gengeşekirin.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Pênçşemî berwara 17’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, Hîwa Behramî nûnerê PDK Îranê li Otrîşê, serdana parlemana vî welatî kir û tevî “Dr. Pêtr Pîtir” endamê parlemanê li firaksiyona partiya Sewz de civiyan.
Pirsa çûna Mihemed Ceiferî Sehrarûdî, berpirsê tîma terora şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî li Viyenê , babeta serekî a basên wê rûniştinê bû.
Nûnerê PDKÎ serbarî sipas û pêzanîn bo hewlên Dr. Pîtêr ji pêwendî li gel gîrîngîdan bi wê doseyê, hêvî xwast ku berêziyan, serbarî çendîn endamê parlemanên din ku di wan rojên dawî de pêdeçûn bi wê pirsê kirine, di hewla xwe de berdewam in.
Piştre nûnerê partê çendîn agahî ên girîng sibaret bi çûna Sehrarûdî bo Soyîsê, radestê Dr. Pîtir kir.
Di dawiyê de her du alî li ser wê sax bûn ku di pêşerojê de alîkar û hevahengiyekî baş hebin bo pêdeçûna micid a wê pirsê.