Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ beşdarî li rêûresma salvegera avakirina Partiya Sosyal Demokrat a Bulxaristanê kir

12:40 - 27 Şibat 2022

Roja Şemî 26ê Şibatê, Nûnerê PDKÎ beşdarî li 25emîn salvegera avakirina Partiya Sosyal Demokrat a Bulşaristanê kir.

Li ser gazîkirina fermî ya Partiya Sosyal Demokrat a Bolxaristanê li bajarê “Sofiya”yê, Nûnerê PDKÎ “Hişmet Husêynî” beşdarî di wê rêûresmê de kir û peyama pîrozbahiya PDKÎyê pêşkêşî birêveberên rêûresmê kir.

Di wê peyamê de, tevî pirozbahîkirin li Sosyal Demokratan, daxwaza berdewamiya xebatê li pêxema geşedan bi azadî, Demokrasî û girîngîdan bi dadperweriya civakî li welatê Bulxaristanê hate kirin û herwisa daxwaza piştevaniya siyasî li netewên bindest ên cîhanê bi taybet gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.