
Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ li ser daxwaza fermî ya Partiya Sosyal Demokrat ya welatê Bulxaristanê, di civîneke aborî de, ku ji aliyê vê Partiyê ve pêk hatibû beşdarî kir.
Roja Şemî 9`ê Hezîrana 2018`an, “Partiya Sosyal Demokrat” ya welatê Bulxaristanê civînek di bin navê aboriya welatê Buxaristanê û pêwendî digel dunyaya derve û binbirikirina gendeliya siyasî û aborî, di bajarê “Sofia” a paytexta vî welatî de bi rê ve bir.
Di vê civînê de, seyîd “Hişmet Husêynî”, nûnerê PDKÎ yê di vî welatî de, li ser daxwaza fermî a vê partiyê beşdarê vê civînê bû.
Di vê civînê de, balyozên welatên Ewropî, nûnerên partiyên Sosyal Demokrat yên Ewropî weke, “Victor Ponta” serokwezîrê berê yê welatê Romanyayê, “Uên Înçêr”, sekreterê navneteweyî yê Partiya “Sosyal Demokrat” ya Swîdê û zêdeyî 80 nûnerên partî û saziyên siyasî û aborî yên welatê Bulxaristanê, beşarê vê civînê bûn.
Partiya “Sosyal Demokrata ya welatê Bulxaristanê”, endama saziya Sosyalîst Enternasyonal û yek ji partiyên bandordar yên welatê Bulxaristanê ye.