Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di şivra Entirnasyonal a Sosyalîst de beşdarî kir

16:13 - 16 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Luqman Ehmedî berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derveyî welat di şivra Entirnasyonal a Sosyalîst de beşdariî kir.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şivara han ku li berwara 11 û 12’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li bajarê Îstanbola welatê Turkiyê birêve çû, kirîza nebûna demokrasî li Rojhelata Navîn û Bakûra Îfrîqa û gefxwarinên ewlehî û nebûna aştî û hêminî di vê herêmê de, tewera serekî ya civîna şivra han bû.
Luqman Ehmedî nûnerê PDK Îranê beşdarê vê civînê serbarî rexnegirtin ji wê ku basa neteweya Kurd di vê şivrayê de nehatiye gorê, got: 7 partiyên Kurdî li çar parê Kurdistanê di vê civînê de beşdarbûn lê tu balkişandinek ji pirsa Kurd di vê deverê de nehatiyekirin.

7259.jpg

Nûnerê pêwendiyên PDK Îranê li perawêza vê civînê de çendîn hevdîtin û rûniştin tevî nûnerên partiyên beşdar encam dan û têde kêmasiyên wê civînê weke, ewê ku tû besek ji neteweya Kurd nehatiye kirin, anî gorê.
Rewta li darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd û Belûç, xebata gelê Kurd bo serbestî û demokrasî û di encam de jî mêjûlî û girîngîdana demokrasî li deverê, pişkek din ji bas û hevdîtinên nûnerê PDK Îranê bûn di vê civînê de.