Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ li Birîtaniya digel berpirsekî Partiya Lîberal Demokrat a wî welatî kombûnek lidar xist

12:16 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Yekşemî 4ê Tîrmehê, Nûnerê beşa Pêwendiyên PDKÎ li Birîtaniyayê “Rizgar Alanî” digel berpirsê Karûbarên Derve yê Partiya Lîberal Demokrat a wî welatî “Fîl  Bêniyon” hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de Nûnerê Pêwendiyên PDKÎ bas li ser mafê mirov li Kurdistanê, binçavkirin û îdamkirina ciwanên Kurd kir û herwisa çendîn belgeyên li derheq mafê mirov li Kurdistanê bi navbirî dan.

Herwisa li ser hilbijartinên wê dawiyê ya Serkomariya Îranê, rewşa aborî li Kurdistanê û zêdebûna rêjeya bêkariyê û herwisa kuştin û birîndarkirina kolberan jî bas hatine kirin.