
Kurdistanmedia: Nûnerê rêberê rejîma Îranê di rojnameya “Keyhan” de daxwaza destbiserdagirtina baylozxwaneya Amerîka û Erebistanê kir.
Nûnerê rêberê rejîma Îranê Husên Şerîetmedarî dîsan, roja Çarşemî 8`ê Xezelwerê, di rojnameya “Keyhanê Xamineyî” de, bi bê nîşandana ti bergeyek daye zanîn ku, xwenîşandan di Îraqê de li dijî gendelî û nebaşbûna wî hikûmetê, ji aliyê baylozxwaneya Amerîka û Erebistanê ve tê piştevanîkirin.
Herwisa navbirî roja 13`ê Rezberê jî dabû zanîn ku, baylozxwaneya Amerîkayê di Îraqê de wekî “sîxurxwane” ye, û daxwaz ji xelkê Îraqê kiribû ku wekî Îranê wî baylozxwanê bidest bigrin.
Xelkê Îraqê li heyama çend rojên derbasbûyî, dîsan li dijî gendelîkirin, bêkarî û hejarî dest bi nerazîbûnan kirine û di wê xwenîşandanê de jî siloganan lê dijî rejîma Îranê jî didin.