Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Xamineyî li Urmiyê: Kesên ku di meclisê de bas ji netewan dikin kesên hizir kurtin

16:44 - 1 Şibat 2020

Nûnerê rêberê rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Urmiyê, di nimêja roja Înê de bas kiriye ku, kesên ku di meclisê de bas ji netewan dikin, kesên hizir kurtin û ew kare jî karê dujminan e.

Herwisa, axûnd Mehdî Qureyşî, baskiriye ku, kesên neagehdar pirsa netewan kirine pîwaneya xwe û ew kare jî karê dujminan e û dibe meclis cihê hizrên “me`inewiyet”ê be û dibe kesên xwedêtirs bo meclisê herin.

Herwisa wî nûnerê Xamineyî bas kir ku, em hemû dibe asta zaniyariyên xwe bibine serê û pîwaneya me hemûyan dibe “Wilayet a Feqîh” be, ne ku wezîr û berpirs be.

Gotinên wî axûndê pêşnimêja roja Înê di demekî de ne ku, kêmtir ji 20 rojan bo xola 11`emîn ya hilbijartina nûnerên rejîma Îslamî ya Îranê maye ku dest pêbike û gişt hewlên rejîmê li ser wê yekê ye ku zaftrirîn hejmara xelkê bibe ser sindoqên dengdanê.

Çavdêrên siyasî li ser wê bawirê ne ku, wê carê, kêmtirîn hejmara dengderan ya meclisa rejîmê dê hebe û li wê derheqê de, rejîm hewla yekdestkirina meclisê dide.