Roja Yekşemî 12ê Hezîranê, endamê Komîsiyona Zaniyarî ya Parlemana Arjantinê “Jêrardo Mîlman” bi nûçegihaniya “Reuters”ê re gotiye: “Pêka lêkolînên me li ser wê balafira kompaniya Mahan Air ku me dest bi set de dagirtiye, bo encamdana sîxurîyê hatine Arjantînê”.
Herwisa “Jîrardo Mîlman” belgeyek pêwendîdar bi Wezareta Ewlehiya Arjantinê bi nûçegihaniya Reutersê re daye û ji wan rêvîngên ku di wê balafirê de bûne, 5 kes Îranî û 14 kesên din xelkê Vênêzoêlayê daye nasandin.
Wî nûnerê Parlemana Arjantînê bi fermî daxwaz kiriye ku ji hemû rêvîngên wê balafirê pencemora wan bê tomarkirin û bo dadgeha wî welatî bêne şandin, Herwisa “Jîrardo Mîlman” li ser rûpela xwe ya li tora civakiya “Twitter” ê nîvîsandiye: “Çavê hemûyan li Dezgeha Dad e ku bizanin dê çi birayek bi wec bide”.
Di hember de rejîma Îranê îdia kiriye: “Heyamê salekê ye ku em xwediyê vê balafirê nînin û ew balafire bi kompaniyek Vênêzoêlayî re hatiye firotiye.”