Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên bizava Netewên Yekbûyî serdana Deftera Siyasî a PDK Îranê kirin

20:42 - 30 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Heyetekî rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) serdana Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê rêzdar Mistefa Hicrî ve hatin pêşvazî kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, “Sukul Kundî” berpirsê mekteba NY li Herêma Kurdistanê û birayên “Fîtuyînç” li sekretariyaya vê bizavê li Nîoyorkê bi beşa karubarê siyasî li Rojhelata Navîn û Rojavaya Asyayê li serdana wan bo Deftera Siysî PDKÎ komek bas û mijar hatin gengeşekirin.
Divê rûniştinê de li ser komek pirsên siyasî li ser rewşa siyasî Îranê, Rojhelata Navîn, Sûriye, pêvajoya diyaloka PKK li gel dewleta Turkiyê, pirsgirikên rejîma Îranê tevî Rojavayê û hatina serkarê serkomar Hesen Rûhanî guherîna bîr û rayan hetkirin.
Şanda rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) li ser opozîsyona Îranê û rola siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xebata netewên Îranê û rola kongira Netewên Îrana Fîdral anîne ber bas.
Rêzdar Mistefa Hicrî seketerê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serbasî pêşkêkşkirina baseke siyasî, bersiva hemû pirsiyarên heyeta rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) da.