Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên rêxitinên Ciwanên her çar parçên Kurdistanê li gel Mesud Barzanî kom bûn

21:09 - 29 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Rêzdar Mesud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li hola Selahedîn de, pêşwaziya nûnerên rêxistinên beşdarvanê Sêyemîn Konferansa Neteweyî a Ciwanên Her Çar Parçên Kurdistanê kir.

Li gorî nûçeya malpera Kurdistanmedia, li hevdînekê de ku heyeta Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Fuad Xakîbêyîgî sekerterê yeketiya Ciwanên PDK Îranê beşdar bû, di destpêkê de Omîd Xoşnav sekerterê Ciwanên Demkrat ên Kurdistanê bi navê beşdarvanên konferansê ji bo wê peyama pêşkêşî konferansê kir spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, paşê biryar û raspardeyên sêyemîn konferansa lawên her çar parçeyên Kurdistanê û daxwazî û pêdiviyên nîştecîhbûyên wargeha Domîz bi Serok Barzanî ragihand.

Serok Barzanî ji bilî bi germî bi xêrhatina beşdarvanên konferansê, destxweşiya bestin û pîrozbahiya serketina sêyemîn konferansê kir, heman demî de balkişand li ser wê yekê ku pêwîste lawên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekbûna şiyanên wan hewl bidin û li jêr yek ala da kar bikin û got: Pêwîste hemû law bi hizra neteweyî aştîxwazî û demokratiyane dûrî li regezperestiyê bêne perwerde kirin. Her wiha balkişand li ser qurbanî û êş û azarên gelê Kurd û got:Gelê Kurd gelek qurbanî daye û rêyeke zêde jî pêşve çûye, ew qurbaniyên gelê Kurd daye beşa deh dewletên serbixweye.

Li beşekî dinê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser xweragiriya gelê Kurd kir û got: Gelê Kurd li gel wan êşan karî xweragir bê û nasnameya neteweya xwe biparêzê û niha jî gihîştiye qonaxa xebata aştî û demokratî, û tenê bi wan çareseriyan destkeft mezin û pir bihatir dibin.

Li mijareke dinê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa guhertinên navçeyê kir û geşbîniya xwe nîşan da ku guhertin li berjewendiya neteweya Kurdin, ji bo wê yekê divê Kurd karek bike li hevkêşên nû de destkeftan mîsoger bike. Eve jî li rêya yekrêzî û danîna berjewendiya neteweyî li ser rûyê berjewendiya hizbî ve tê holê û got: Hizb tenê amrazeke ji bo gihîştina armancan û neku zêdetir.

Serokê Herêma Kurdistanê li mijareke din de bestina konferansa neteweyî bi beşdariya hemû aliyan ji bo qonaxê niha bi pêwîst zanî bo ku li wê serdemê da Kurd peyama aştî û pêkve jiyanê bi gelên navçeyê bigihîne.