Endamên herduk hizbên Komarîxwaz û demokrat li meclisa Amerîka, di biryarnameyekê de daxwaz ji Co Baydên serkomarê wî welatî kirin ku bila Amerîka bi armanca xelas bûna xelkê Îranê ji dest rejîma Îranê, û geheştina bi hikûmetekî demokratîk û sikolar û dûr ji çeka Navokî , piştewaniya xelkê Îranê bike.
Roja Pêncşemiyê 11`ê meha Şibata 2021an, 113 Nûnerên meclisa Amerîka ji herdûk hizbên Komarîxwaz û Demokrat biryarnameyek wajo kirin û dane Co Baydên, ku di wê biryarnamê de daxwaz kirine ku hewceye Amerîka piştewaniya xelkê Îranê biket bona nemana rejîmê û geheştina xelkê bi azadî û sikolarîzmê û mafê mirov.
Wan Nûneran daxwaz kirine ku hekî Amerîka bixawaze rejîma terorîzm nemîne, gefa çêkirina Bomba Navokî nemîne, binpêkariya mafê mirov nemîne, rêçare tenê ewe ku Amerîka piştewanê xelkê Îranê bike dakû bikarin ji dest wê rejîmê xelas bibin.
Di biryarnama Nûnerên meclisa Amerîka bo Co Baydên de amaje bi kuştara pitir ji Hezar û 500 kes ji xwenîşanderan di meha Xezelwera sala 98an hatiye kirin.
Herwisa amaje bi xistina xwarêye Firoka Ukraynî û kuştina 176 misafirên wê ji aliyê rejîmê ve hatiye kirin.
Di wê biryarnamê de basê dîplomat terorîst Esedulla Esedî hatiye kirin ku çawan cehd kir di Evrûpa yê de bombê danê.
Di dawiya wê biryarnamê de daxwaz ji Co Baydên hatiye kirin ku hewceye hewalbendiyekî herêmî bi dijî rejîma Îranê çêbiket.