Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NY: Li Iraqê di meha Gulanê de zêdeyî 1000 kesî hatine kuştin

14:41 - 2 Hezîran 2013

kurdistanmedia: Neteweyên Yekbûyî (NY) ragehand, di hundirê meha Gulanê de li Iraqê 1045 kesan canê xwe ji dest daye û nêzîka 2400 kes jî birîndar bûne.
Roja şemî berwar 1\'ê Hezîrana 2013\'an, Neteweyên Yekbûyî raporek bilavkir, ji şerê di navbera Şîie û Sunî yê di navbera salên 2006-2007’an û vir ve meha Gulanê bû meha herî bixwîn.
Li gor NY’ê di mehekê de herî kêm 1045 kesan canê xwe ji dest daye. Hêjmara kesên ji meha Nîsanê û vir ve canê xwe ji dest dane jî nêzîka 2000’an bûye.
Di meha Gulanê de rageşiya di navbera rêveberên “Şiî û Sunî”yan de bîlançoya şîdetê giran bû. Suniyên ku dibên rastî polîtîkayên marjînalkirinê tên, dixwazin Serokwezîrê Şiî Nûrî Malikî îstîfa bike.
Dîsan tê gotin ku, bi bandora bûyerên li Sûriyê jî baskê El Qaîdê yê Iraqê her ku diçe çalakiyên xwe zêde dike. Lewra jî rojane kiryarên şîdet û kuştinê diqewimin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Martin Kobler li Îraqê xembarîya xwe hemberî zêdebûna hejmara kuştîyan li Îraqê dîyar kir.

Birêz Kobler got, gerek rêberên sîyasî yên Îraqê bi zûtirîn dem kar bikin jibo sekinandina herikîna xwînê li Îraqê.

Êrîş û teqîn bi awayeke berçav li mehên Nîsan û Gulanê li Îraqê zêde bûn, piştî hêza hikûmeta Îraqê ya bi rêberatîya Şîieyan êrîş kire ser kampeke xwepêşanderên Sunnî li Hewîce.