Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NY: Li meha Tîmehê 1057 kes kuştî û 2326 kes jî birîndar

22:06 - 1 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Nûnerê Neteweyên Yekbuyî li Îraqê (UNAMI) amarên tundûtîjiyên heyva tîrmhê aşkira dike û radighîne ku 1057 kes hatine kuştin û 2326 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor amarekî Neteweyên Yekbuyî li heyva tîrmehê de 928 welatî şehîdbûne û ji wê hejmarê jî 204 ji wan polîsên sivîlin û hejmara birîndaran jî 2109 kes bûye ku 338 ji wan polîsên sivîl bûne her wek 129 kes jî ji hêzên ewlekariyê şehîd bûne û 217 `tên din jî birîndar bûne.
Nûnerê taybet yê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekbuyî li Îraqê Corcî Bostin, da zanîn û got: Heya niha tundûtîjiyê karîgeriyek xwe ya mezin li ser welatiyên sivîl çêkiriye û li hêviya nîgeraniyekî zorinbi awayekî ku ji destpêka sala 2013`an ve nêzîkî 4137 welatiyên sivîl şehîdbûne û 9865`ên dine jî birîndarbûne.
Bostin got. Zêdetir li 5 sal heye ew hejmara zor bi wî awayî me nedîtiye û ji ber wê daxwaz ji serkirdeyên siyasî yên Îraqê kiriye bi lez gavan û rêûşûnan bigrin ber bo dawîanîna xwîn rijandinê ku tu wateyekî xwe tune ye.

Li gor amarên NY di meha Tîrmehê de Bexdad pişka xwe ya şer di tundştîiyan de berkeftiye û 238 şehîd û 719 birîndar hebûye.
PUKmedia