Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Obama: Îran heya salek din çeka navikî bidest dixe

15:04 - 6 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Amrîka û Îsraîl, sibaret bi pirogirama nevekî ya rejîma Îranê guherîna zanyarî dikin û her yek ji wan raya cuda li ser dema destxistina Îranê bi çena nevekî heye.
Barak Obama serkomarê Amrîkayê ragihand, li gor helsengandinên dezgeha Îtilata Amrîkayê, rejîma Îranê heya salek din çeka navikî bidest dixe.
Nûçegihaniya “associated press news” li devê Obama ve bilav kir, helsengandinên Amrîka sibaret bi pêşkevtina pirogirama nevekiya Îranê mihafizkarane ye ji helsengandinên dezgeha Îtilata Îsraîlê.
Serokê Amrîkayê her wiha got: Em agahiyên xwe siberet bi pirogirama navekî a rejîma Îranê li gel Îsraîlê guherîn dikin û Binyamîn Natanyaho serokwezîrê Îsraîlê bi awayekiykî mentiqî guman ji pirogirama nevekiya Îranê heye û bi ji ber çavgirtina gefxwarinên domkirî bi dijî Îsraîlê û alîkariya rêxistinên weke Hizbulla Lubnan û Hemasê ku Îsraîl dikine armanca mûşekên xwe, eger ez jî cihê serokwezîrê Îsraîlê bibam, bi vî awayî minê jî helwês bigirta.
Piştire jî Binyamîn Natanyaho di axavtinên xwe de li NY, hewlên serokmarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo asayî kirina pêwendiyên xwe li gel welatên Rojava, bi firêwdan hesiband.
Navbirî li ser vê bawerê ye ku rejîma Îranê dûr kuştina wext e û di vê pirosê de Rûhanî xizmekarekî wefadarê rejîma Îranê ye.
Obama her wusa serbarî girîngîdan bi alziyên sîstema siyasiya rejîma Îranê, got: Hesen Rûhanî bi tenê biryarder nine û ewa kesek din e di vê pirêsê de biryara dawî bideste.